ŞANLIURFA
Bi minasebeta 54emîn salvegera wefata Seîd Nûrsî, li Rihayê konferansa "Bedîuzzaman Saîd Nûrsî û Musbet" hat lidarxistin.
Bername bi destêê Weqfa Perwerde, Çand û Hunerê ya Bedîuzzaman a Rihayê, li Hêwana Konferansê ya Mehmet Akîf Înan hat lidarxistin. Bernameyê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û piştî bernameyê Midûrê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Yenî Asyayê Kazim Guleçyuz axivî û got ku Seîd Nûrsî her tim bi awayekî erênî nêzîkî bûyeran bûye.
Guleçyuz ji dîtinên Seîd Nûrsî mînak dan û îfade kir ku divê dema ku mirov berhemên Seîd Nûrsî dixwînin baş têbigihêjin. Guleçyuz bal kişand li ser meseleya ermeniyan jî got ku divê bi awayekî berfireh mirov meseleyê binirxîne û wiha dewam kir:
"Bedîuzzaman Seîd Nûrsî dibêje ku divê mirov bi ezet nêzîkî meseleyan bibe û meseleyan bi ezet binirxîne. Heke me guh bida van gotin û pêşniyazan bûyerên di sala 1915an de qewimîn dê pêk nehatana û em ê bi van pirsgirêkên ku sed sa lin serê me pê diêşê, di raya giştî de me aciz dikin nebûna. Herwiha dema em li ser mijara ermeniyan rawestin em ê bibînin ku cara ewil Bedîuzzaman Seîd Nûrsî li ser rawestiye."
Serokê Şarederiya Mezin a Rihayê Celalettîn Guvenç jî da zanîn ku Seîd Nûrsî di dawiya emrê xwe de li Rihayê jiyaye û berhemên girîng li pey xwe re hiştine û got ku divê mirov baş dêhna xwe bidine van berheman û serwext bibin.
Miftiyê Bajêr Îhsan Açik û Serokê Şaredariya Xelîliyeyê Fevzî Demîrkol digel gelek welatiyan beşdarî şeva bîranînê bûn.