DIYARBAKIR
Bi beşdariya Wezîrê Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim, Wezîrê Ajaldarî û Çandiniyê Mehmet Mehdî Eker û Wezîrê Darayîyê Mehmet Şîmşek çêkirina binesaziya avahiya nû ya Balafirgeha Diyarbekirê ya ku dê di navbera Başûrê Rojhilat û derveyî Tirkiyê de bibe pire dest pê kir.
Di merasîmê de wezîr Şîmşek bi kurmancî got balafirgeh bi xêr be û anî ziman ku avahiya nû dê layiqî bajêr be. Şîmşek wiha got: "Çawa ku di 10 salan de Tirkiyê, ferqa navbera xwe û Ewropayê kêm kir, ferqa navbera rojhilat û rojava jî bi lez kêm dike. Bi rastî 10 sal berê serê kesekî hatiniya neteweyî li gorî Ewropayê ji sedî 36 bû, par ev yek derkete ji sedî 56an. Ez bawer im ku Tirkiyeyê, dê di 10 salên biaramî û ewlehî de vê ferqa di navbera xwe û Ewropayê de 20 puanên din jî kêm bike. Divê em li pêvajoya çareseriyê xwedî derkevin. Bi xêr be."
Wezîr Eker, jî dest nîşan kir ku dê balafirgeh derkeve asteke navneteweyî û wiha dewam kir: "Ev yek ji bo me pir girîng e. Êdî balafirgeh dê karibe di heman demê de di apronekê de bi 10 balafiran xizmetê bide. Kapasîteya xizmeta balafirgehê dê derkeve 5 milyon kesî.
Wezîr Yildirim jî diyar kir ku Diyarbekir, bi dîroka xwe ya 9 hezar salî bûye warê 26 şaristaniyan û wisa pê de çû: "Her tişt bi pul û pere nayê çêkirin. Heke li welatekî dostanî, biratî û aştî tunebe, ev yek bi pereyan pêk nayê. Mixabin zêdeyî 30 salî ye me dît ku him ji hundirê welat him ji derveyî welat hin kes dixwazin biratiya me xerab bikin. Dixwazin pêşiya aramî û aştiyê bigrin. Êdî dema aştî û biratiyê ye. Edî bila tu kes negirî, bila kezeba tu kesî neşewite, biratî û yekîtiya me her bidome. Em ji bo vê yekê ketin rê û tiştê ji me tê em dikin. Divê her kes li gotinên xwe miqate be, niha dem, dema biratiyê ye ne dema siyasetê ye."
Wezîr êwarê ligel welatiyan beşarî xwarina fitarê bûn.