16 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
DIYARBAKIR
Mensûbên rêxistina terorê PKKyê yên ku êrîşên xwe yên li çiya û beyaran anîn bajaran, li Diyarbekirê piştî navçeya Sûrê li navçeya Baxlarê jî welatiyan tehdît dikin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî êrîşa di 28ê Mijdara 2015an da ku di encamê da Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hat kuştin, polês Ahmet Çîftaslan û Adem Erdur cangorî ketin û şûnda seba ku terorîstên PKKyî bên girtin, asayîşa qamûyê bê cîbicîkirin, barîqat bên rakirin, çal bên çijîkirin û teqemenî bên îmhakirin, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û unsûrên emniyetê dest bi operasyonê kiribûn û operason di 9ê adarê da bi serkeftî kuta bû.
Terorîstên ku li Sûrê gelekî zeyîat dan, êrîşên xwe yên ku jiyanê binpê dikin vê carê jî anîn taxa Kaynartepeya Baxlarê. Terorîstan şeva berîn li taxê rê girtin û agir berdan hin wesayîtan, li ser kuçeyan barîqat danîn û hewl dan çalan bikolin. Terorîstan bi çekên giran gule berdan hêzên ewlekariyê û di encamê da pevçûn derket, polêsek cangorî bû, 10 polês birîndar bûn, 3 terorîst jî hatin kuştin.
Li ser vê seba ku rê li ber êrîşên terorîstan bigirin û asayîşa qamûyê cîbicî bikin, heya agahdariyeke duyemîn tevî taxa Kaynartepeyê li kolana Gurselê û kolana Nukhet Coşkunê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
- Mezintirîn navçeya Diyarbekirê
Baxlar bi 375 hezar nifûsa xwe va mezintirîn navçeya Diyarbekirê ye û navê xwe ji bax û baxçeyên xwe yên navdar ên ku berê li navçeyê hebûne, distîne. Di salên 90î da ji ber bûyerên terorê gelek kesî koçî Baxlarê kir û ji ber avahiyên qaçax, navçe bi awayekî ne durist mezin bû û di 2008an da gihîşt statuya navçeya navendê. Navçeya ku ji 47 taxan pêk tê bi taybetî jî lê nifûsê zarok û ciwan piraniyê pêk tînin.
Ji sedî 22,7ê nifûsê Diyarbekirê li navçeya Baxlarê rûdinê û li navçeyê di 145 dibistanî da 90 hezar û 700 xwendekar perwerdeyê distînin.