21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
ANKARA
Di operasyona hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk da ku di 11ê îlonê da li bakurê Iraqê hat kirin, gelek terorîst hatin kuştin.
Operasyona hewayî bi balafirên bêmirov jî hat kişandin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê Hêzên Çekdar ên Tirkan li bakurê Iraqê di 11ê îlonê da operasyona hewayî bir ser kozikên rêxistina terorê yên li herêma Garayê.
Li gor agahiyan şikeftên ku endamên rêxistinê tê da bûn ji hêla jetan va hatin bombekirin û operasyon bi balafirên bêmirov jî hat kişandin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da gelek terorîst hatin kuştin û cebilxaneyên di şikeftan da hatin îmhekirin.
Di dîmenan da teqîn û şewata ku di şikeftan da çêbûn jî xuya dibin.