İbrahim Toprak
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 13 Hezîran 2023
Wesayîta koma Teşebûsa Otomobîla Tirkiyeyê (Togg) a ku tehsîsê walîtiya Batmanê kirin bû erebeya dawetê ya Mesut û Zehrayê.
Zehra Demîr û Mesut Şîmşekê ku li Batmanê zewicîn ji bo ku Togg bibe erebeya wan a dawetê serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî dan.
Daxwaza bûk û zavayê hat qebûlkirin û Togga ku ji bo wan hat tehsîskirin hat xemilandin.
Zava paşê bûk ji kuaforê hilda û li nav bajêr geriyan.
Zava Mesut Şîmşek wir daxuyanî da rojnamevanan û ji ber ku derfetekî wiha dane wan spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Waliyê Batmanê Ekrem Canalp kir.
Şîmşek got "Em kêfxweş bûn ku wesayîta me ya xwemalî û neteweyî bû erebeya me ya dawetê." û da zanîn kêfxweş in ku li Toggê siwar bûn.
Bûk Zehra Demirê jî got li Toggê siwar bû û ev yek ji bo wan serbilindiyek e û wiha axivî:
"Konfora nava erebeyê jî gelekî xweş bû, gelekî xweş hatiye dizaynkirin. Ji ber ku xwemalî û neteweyî em yek car serbilind in."
Ji aliyê din va welatiyên ku wesayîta Toggê dîtin erebe kotrol kirin û hinekan jê bi erebeyê ra wêne kişandin.
Di daxuyaniya Walîtiya Batmanê da hatibû ragihandin ku otomobîla Toggê dê ji bo malbatên destteng wek erebeya dawetê xizmetê bide.