SÎVAS
"Trêna Aştiyê" ya ku di çarçoveya çalakiya ji bo civaka sivîl piştigiriyê bide pêvajoya çareseriyê de yê li 10 bajaran bigere û paşê here Diyarbekirê, gihîşte Gara Sêwasê.
Çalakî bi destê "Platforma li Aştiyê Binere"yê ve tê lidarxistin û "Trêna Aştiyê" yê di çarçoveya çalakiyê de hetanî 21ê adarê li 10 bajaran bigere. Rawestgeheke "Trêna Aştiyê" jî Gara Sêwasê ye. Waliyê Sêwasê Alîm Barut, Midûrê Ewlekariya Bajêr Turgay Çalişkan û Midûrê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Sêwasê Ahmet Dagusut li Gara Sêwasê li Trêna Aştiyê pêşwazî kirin.
Barut di merasima pêşwaziyê de axivî û bal kişand ku Sêwasê ji Dewleta Selçuqiyan re paytextî kiribû û bingeha Komarê jî li Sêwêsê hatibû danîn. Barut destnîşan kir ku Sêwas bajarekê bi hizûr e û wiha pê de çû: "Heke mirov hevdu fem bikin, hez bikin û ji hev re tehemil bikin dikarin bi hev re bijîn. Bi zorê meriv nikare tiştekî bide kirin. Em vê trênê jî wek daxwaza jiyana bi hev re dibînin."
Berdevkê Platformê Cengîz Algan jî diyar kir ku rawestgeha wan a 6an Sêwas e.
Algan destnîşan kir ku ev 30 sal e bûyerên terorê zirarê didin welêt û wiha axivî: "Înşaellah ev serdema yê dawî be, çêk dê bên danîn. Em dixwazin ku ji îro şûnda dewsa çekan bila fikir derkevin pêş. Hin kes dixwazin ku şerê birayan derkeve. Em hezar sal e bi hev re dijîn ji îro şûnda jî em ê bi hev re bijîn. Ev dema pevçûnan yê dawî be. Îsal du bihar dê bi hev re biîjn. Em ê li welatê xwe bi hev re bijîn."
Di çarçoveya çalakiyê de li hewşa Gara Sêwasê "şitla aştiyê" hat daçikandin.
Ekîbên hêzên çevîk di dema çalakiyan de tevdîrên ewlehiyê girtin.