ANKARA
Bi Qerarnameya Waliyan ve waliyên 11 bajaran guherî.
Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî hat weşandin de waliyên 6 bajaran li navendê hatin wezîfedarkirin û 5 waliyên din jî wek waliyên nû tayînî bajarên din kirin. Guherîn li bajarên wek Agirî, Bolû, Gazîantep, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sînop, Tekîrdag, Elazig, Duzce û Bîngolê pêk hat.
Waliyên Agirî, Bolû, Gazîantep, Mêrdîn, Şirnex û Wanê kişandin navendê û Sînop, Tekîrdag, Elazig, Duzce û Bîngolê jî tayînî bajarên din kirin.
Li gor biryarê Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan, Waliyê Bolûyê Ahmet Zahterogûllari, Waliyê Gazîantepê Erdal Ata, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Taşkesen, Waliyê Şirnexê Hasan Îpek û Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan ji bo walîtiya navendê hatin tayînkirin.
Waliyê Sînopê Yavûz Selîm Koşger ji bo Walîtiya Bîngolê, Waliyê Tekîrdagê Alî Yerlîkaya ji bo Walîtiya Gazîantepê Waliyê Elazigê Omer Farûk Koçak ji bo Walîtiya Mêrdînê, Waliyê Duzceyê Alî Îhsan Sû ji bo Walîtiya Şirnexê û Waliyê Bîngolê Îbrahim Taşyapan jî ji bo Walîtiya Wanê hat tayînkirin.
Waliyê Navendê Enver Salîhoglû ji bo Walîtiya Tekîrdagê, Sermufetîşê Mulkiyê Mûsa Işin ji bo Walîtiya Agiriyê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Îdareyên Taxî yên Wezareta Karên Navxweyî Aydin Barûş jî ji bo Walîtiya Bolûyê hat tayînkirin.
Ji bo Walîtiya Duzceyê Alî Fidan, ji bo Walîtiya Elazigê Mûrat Zorluoglû û ji bo Walîtiya Sînopê jî Qaymeqama Talasê Yasemîn Ozata Çetînkaya hat tayînkirin.