ANKARA
Biryara tayînê îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryara tayînê Waliyê Bedlîsê Orhan Ozturk û Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy kişandin Navendê. Walîyê Çanakkaleyê Ahmet Çinar tayînî Bedlîsê kirin, Waliyê Ûşakê Seddar Yavûz jî tayînî Mûşê kirin.
Li gor biryarnameyê Alîkarê Midurê Giştî yê Daîreyê Bajaran a Wezareta Karên Hundir Hamza Erkal bû Waliyê Çanakkaleyê û Qaymeqamê Osmangaziyê Ahmet Okûr jî bû Waliyê Ûşakê.