14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di êrîşa dijî Amîriya Ewlekariya Çinarê ya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê va pêk hat û di encamê da 5 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn da welatiyên ku xanî û kargehên wan zirar dîtin, berteka xwe nîşan dan.
Piştî bûyerê pêra pêra di bin sîwana Walîtiyê da navenda krîzê hatibû danîn û di kordîneya vê navendê da tevî ekîbên tenduristî, agirkujî, Midûriyeta Rewşa Bilez û Afatê ya Bajêr (AFAD) ekîbên teqwiye yên cendirme û polêsan jî şandin ciyê bûyerê. Li ciyê bûyerê lêkolîn dewam dikin.
Di teqînê da tevî Amîrtiya Ewlekariyê û lojmanên ewlekariyê, gelek mal û kargehên nêzîk jî zirar dîtin.
Welatî Sitki Dînç ê ku di teqînê da xaniyê wî jî zirar dît, daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku ji ber şideta teqînê hin dîwarên xaniyê wî rûxîn.
Dînç bal kişand ku mala wî pir zirar dît û wiha xeberda, "Te digot qey ji asîman bombeyeke atomê avêtin. Bi carekî cam bi ser me da hatin. Şikir ku ji malbata min tukesî zirar nedît."
Dînç diyar kir ku wî ev xanî kirîbû û hê jî teqsîdên wê dewam dikin.
Dînç bal kişand ku di teqînê da kamyoneta ber derî jî zirar dît û wiha xeberda, "Eva ku tê kirin, ne misilmantî ye. Kesê ku misilman be, teqez karekî wiha nake. Em kurd in, mirov in, misilman in. Halê mala min wa ye li holê ye. Ezê vê zivistanê çi bikim? Êdî bes e, ev xwîna ku diherike bira bisekine."