TUNCELÎ
Midûrê Navenda Sepan û Lêkolîna Berhemên Avî ya Fakûlteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Tunceliyê Ark. Doç. Dr. Erkan Can got ku li çêwligan xwedîkirina masiyên deqsor ewilîn mijara lêkolînê ya navenda wan e.
Can diyar kir ku bi Projeyên Lêkolînên Zanistî yên Zanîngehê bi qasî 650 masiyên deqsor anîn laboratuwarê û got ku dê wana mezin bikin û hêkên wan bişînin çêwligan. Bi vî awayî dê li çêwligan masiyan xwedî bikin û piştgiriyê bidin aboriya herêm û welêt.
Can got ku li cîhan û Tirkiyeyê li çêwligan piranî cureya masiyên "Oncorynchus Mykîss" tên xwedîkirin lê masiyên deqsor yên ku li Çemê Munzur û Robarê Pilûmûr û çemên din de jî tên dîtin cureyekî baş e û xebatên me yên der barê vî cureyî de ji bo navenda me gelekî girîng e.
Ark. Doç. Dr. Can diyar kir ku dê xebatên der barê masiyên deqsor de 3 salan bidomin û em ê agahiyên xwedîkirina masiyan parve bikin. Masiyên deqsor li gor masiyên li piyaseyê tam xweştir e û di bazaran de bi 30 an jî 50 lîreyî tê firotin. Can got ku bi xwedîkirina masiyên deqsor dê zexta masîgirtinê jî kêm bikin û di heman demê de armanceke me jî ev e ku ew makmasiyên ku em xwedî dikin berdin xwezayê. Dîsa dê dezgeh ji bo xwedîkirina masiyan tesîsan ava bikin û dê hewcehiya wan bi xebatkaran çêbe, bi vî awayî jî em ê piştgiriyê bidin aboriyê, bêkariyê kêm bikin.