HATAY
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Ofîsa Xebatên Sûriyeyê yê ÎHHyê ya Hatayê Bûrak Karacaoglu got ku 20ê mijadarê "Roja Mafên Zarokan a Dinayayê" ye lê di rojekê wiha de 3 milyon zarokên sûriyeyî ji mafên xwe bêpar in.
Karacaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Sûriyeyê şer û pevçûn dewam dikin û zarokên ber şer ên li vir di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Karacaoglu daxuyand ku xebatên ÎHHyê yên li herêmê berdewam dikin û wiha dewam kir:
"Di nav welatan de herî zêde li Sûriyeyê mafên zarokan tên binpêkirin. Ev 4 sal in ku şerê navxeyî yê li Sûriyeyê dewam dike. Zarokên herêmê di nav şer û pevçûnan de mezin dibin. Wek ÎHHyê em li herêmê xebatên xwe didomînin. Li gor daneyên ku di encama lêkolînan de hatin bidestxistin, ji ber şer 500 hezar zarok li herêmê bê dê û bê bav man. Nêzî 3 milyon zarokên sûriyeyî digel malbatên xwe mecbûr man ku ji herêmê koç bikin. Piraniya van zarokan niha di kampan de dijîn."
-"Şer jiyan û pêşeroja wan talan dike"
Karacaoglu destnîşan kir ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê hemû mafên zarokan tên binpêkirin heta mafê wan yê jiyanê jî ji destê wan tê sitandin.
Karacaoglu bal kişand ser rewşa zarokên ber şer û got ku gelek zarok bê dê û bê bav man, gelekê wan di şer de seqet bûn û wiha pê de çû: "Li herêmên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Şam, Xûmûs, Îdlibê êrîş hêj jî didomin. Derûniya zarokên ku şer dibînin xirab dibe. Zarok ji mafên perwerde, tenduristî û yên din bê par dimînin, heta gelek zarok sêwî dimînin. Yanê şer jiyan û pêşeroja wan talan dike. Di şerê navxweyî de 15 hezar zarok mirin."