ANKARA
Ji bo Serokatiya Şûraya Dewletê Zerrin Gungokr hat hilbijartin.
Hilbijartina Serokatiya Şûraya Dewletê bi encam bû.
Gungor bi tenê serê xwe bû berendam û bi raya 80 endaman bû Seroka Şûraya Dewletê.
Gungor kî ye
Zerrin Gungor 20 adara 1955an de li Kirşehîrê çêbû. Ji Akademiya Zanistên Ticarî û Îqtisadî ya Ankarayê di sala 1976an de mezûn bû. Rapotoriya Lijneya Temyîza Bacê ya Wezareta Darayî kir û endama Dadgeha Bacê ya Bolû û Ankarayê bû.
Gungor di sala 1985an de Hakima tetkîkê ya Şûraya Dewletê û di sala 1999an de jî tayîna wê derkete Dozgeriya Şûraya Dewletê. Ji bo endamtiya Şûraya Dewletê di 12 hezîrana 2012an de hat hilbijartin û ji wê rojê pê ve ye Cîgirtiya Serokê Şûraya Dewletê dikir. Zerrin Gungor zewicî ye û dêya du zarokan e.