Sarp Özer
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) operasyona asîmanî bir ser hedefên rêxistina terorê ya cihêxwaz ên li herêma Zapê, di êrîşê de gelek baregehên çek û sitargeh hatin jinavbirin, du terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ku TSKê belav kir, li ser îstîxbarata demkî navbera saet 13.37-13.55an operasyona asîmanî birin ser herêma Zapê ya dikeve aliyê bakûrê Iraqê.
Balafirên şer ên girêdayî Fermandariya Hêzên Asîmanî di êrîşê de li gelek baregehên çek û sitargeh jinav birin û 2 terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin berteref kirin.