Hin êzdî ji ber êrîşên DÎŞIyê direvin û tên Tirkiyeyê. Jimara malbatên êzdî yên ku tên gundê Ortasû, Yemîşlî, Yekmal û Ortbagê her ku diçe zêde dibin û ji ber ku di polan de cî nema hin malbat di konên di baxçeyan de dimînin. Gundî xwarinên ku dipêjin bi êzdiyên ku li dibistana dimînin re parve dikin û êzdiyên ku ji xwe re cî neditîne jî di malên xwe de dihewînin.
Navenda Tenduristiyê ya Civakî ya Ûlûdereyê jî tenduristiya êzdiyên ku li dibistanan dimînin qontrol dike û kesên nexweş derman dike.
- "Kî dibe bila bibe, em ji bo rizaya îlahî xizmeta wan dikin"
Ji gundiyên Ortasûyê Mercan Encuyê diyar kir hewl didin ku mazûvaniya êzdiyên li gundê wan dimîne bikin û got ku ev 5 roj in li dibistanê bi awayekî dilkirî dixebitim.
Encuyê got ku gundî bi derfetên xwe yên kêm arîkariya êzdiyan dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me ew li dibistanê bi cî kirin û ev 3 roj in em xwarin didin wan. Em li ser navê mirovahiyê arîakariyê dikin. Sunî, kurd, tirk, ereb û îngiliz qet ferq nake. Kî dibe bila bibe, em ji bo rizaya îlahî xîzmeta wan dikin."
Qamo Îbrahîmê ku li dibistanê dimîne jî got ku "Em ji sînor girtin û anîn. Hemû derfet dan me. Ez spasiya hemû gundiyan dikim."
- "Em dixwazin bigêhijin malbatên xwe"
Piso Xelef jî got ku welatên li cîhanê li hember qetlîama li ser êzdiyan bêdeng man û wiha axivî: "Bila êdî mirov nemirin. Em dixwazin ku demildest bigihêjin malbatên xwe. Welatiyên vir gelek arîkariya me dikin."