Êzdiyên ku bi derfetên xwe ji navçeya Sîncarê, gund û bajarokên girêdayî Sîncarê revîn û hatin Sîlopiyê ji bo ku biçin cem eqrebayên xwe bi otobusan diçin Stenbol û Aksarayê.
Êzdiyên ku ji peyamnerê AAyê re axivîn destnîşan kirin ku milîtanên DÎŞIyê xanî û gundê wan hirşandin û ji ber van êrîşan ew mecbûr man ku cih û warên xwe biterikînin.
Heyder Omerê ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revî diyar kir piştî ku milîtanên DÎŞIyê hatin gundê wan, ew neçar man ku cih û warê xwe biterikînin.
Omer destnîşan kir ku endamên DÎŞIyê li Til Ezir û derûdora wê qetlîam kirin û keç û jin birin bajarê Mûsilê û wiha dewam kir:
"Serê mêran jêkirin û jin jî hildan bal xwe. Tu çekên me tunebûn ku em li dijî wan şer bikin. Heke ku çekên me hebûna em ê li wir bimana û me yê li dijî wan li ber xwe bida. Lêbelê piştî ku wan gundên me kirin kontrola xwe em neçar man ku cihê xwe biterikînin û a niha jî em hatin Tirkiyeyê û ji vir jî em ê biçin cem xizmên xwe."
Nîdal Xalid jî diyar kir piştî ku DÎŞIyê kontrola gundê wan kir destê xwe her tişt rûxandin. Xalid bal kişand ku ew bê parastin û spartgeh man û tu kesî jî alîkariya wan nekir.
Nûnerê fîrmaya otobusê ya li Sîlopiyê Îdrîs Akyel diyar kir ku di van rojên dawîn de ji ber şerê li Iraqê gelek kes derbasî Tirkiyeyê dibe.
Akyel balkişand ku ji Iraqê gelek kes direve û wiha got: "Bi qasî 3 an jî 4 hezar meriv hatin."