03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
BURSA
Li Bursayê li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parale (FETO/PDY) operasyon hat kirin. 11 rêvebir û xebatkarên komeleyekê hatin binçavkirin. Li gor îdiayê endamên rêxistinê ev komele ji bo ku merivên xwe bixin saziyên dewletê ava kirine û ev der wek departmana çavkaniyên mirovan (ÎK) bi kar anîne.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bursayê piştî xebateke 4 mehan, bi îdiaya ku ji FETO/PDYê ra mirovan peyda dike, operasyon birin ser komeleyekê.
Di operasyonê da S.K, R.B, O.T, B.G, H.Ç, T.B, Z.D, T.A, H.T, A.E, B.E ku rêvebir û xebatkarên komeleyê ne, hatin binçavkirin. Polêsan li ofîsa komeleyê ya taxa Ozluceya navçeya Nîluferê û li mala kesên binçavkirî lêgerîn kir û dest da ser gelek dokumanên rêxistinî.
Ekîban derxist holê ku, rêvebirên komeleyê, xwendekarên ku li dibistanên taybet, dersxane û zanîngehên taybet ên Rêxistina Dewleta Paralel dixwînin an jî kesên nêzî rêxistinê, xwendekarên ku wê bikaribin ji FETOyê ra xizmetê bikin, tesbît kirine û agahiyên wan xwendekaran li derekê kom kirine.
Li mala gumanbaran lêgerîn hat kirin û kurtejiyana nêzî 10 hezar kesî hat dîtin. Hat parastin ku gumanbaran bi kesên ku kurtejiyana wan di destê wan da ne ra mulaqat kirine, kesên ku wê bikaribin ji FETO/PDYê ra xizmetê bikin, bi vî awayî kifş kirine. Ev kesên kifşkirî li gor taybetiyên wan kirine azmûnên polêsî û eskeriyê, bi saya kesên ku di saziyên dewletê da dixebitin û ji FETO/PDYê ra xizmetê dikin, ew kes kirine kar da ku di paşerojê da ji armancên rêxistinê ra xizmetê bikin.
Hat parastin ku ji bilî Bursayê li gelek bajarên din jî bi heman awayî organîze bûne.
Bersûcên ku hatin binçavkirin, bi sûcê ku "Bûne endamê rêxistina terorê, meriv peyda kirine, bi rêyên derehiqûqî daneyên şexsî bi dest xistine" anîn Midûriya Emniyeta Bursayê.