Gormez di peyama ku bi hinceta Şeva Beratê weşand de destnîşan kir ku 12ê hezîranê, êvara înê, dê şeva Beratê bê îdraqkirin.
Gormez di peyama xwe de wiha got: "Şeva Beratê ji xerabî, nebaşî, neheqî û bêedaletiyê dûrketinê nîşanî me dide û me ji bin bandora nefs û xwebîniyê derdixe. Ev şev, me ji van tiştên nebaş xelas dike û berata me, rizgarbûna me nîşanî me dide, me ji şeytanê ku xerabiyê dide ber me, xelas dike. Misilman di vê şevê de xwe, jiyana xwe û hêviyên xwe plan dikin û di çarçoveya Qurana Pîroz û Sineta Pêxember de sererast dikin. Bi vî awayî jî Şeva Beratê rêya mumîntiyê û rizaya Xwedê dide ber misilmanan. Li ser vê yekê em fêm dikin ku ger em guhê xwe bidin peyama Cenabê Xwedê û sineta Pêxemberê me, em ê bigihêjin berat û meqseda xwe."