Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li Edîrneyê beşdarî Civîna Îstişareya Muftiyên Bajêr a 30emîn bû û li wir axivî.
Gormez behsa êrîşa kovara Charli Hebdoyê ya li Parîsê kir û got ku ev êrîşeke terorê ye û tu carê divê neyê qebûlkirin.
Gormez got ku li her aliyê cihanê êrîş, mirin, kuştin û hovîtî çêdibin û divê dinya li hember van hemûyan di heman hesasiyetê de bertekê nîşan bidin û wiha dewam kir: "Li gor erdnigarî, nijad, dîn û mezheban li hember mirinan bertêk tên nîşandan û ev jî wîcdana hemû mirovahiyê aciz dike. Mirinan li gor vê tesnîfkirin û encamên ku derketine holê wek îstatîstik komkirin tu caran nayê qebûlkirin."
Gormez behsa talukeya îslamofobiyê kir û wiha dewam kir: "Îslamofobî her diçe zêde dibe û di serî de ji bo misilmanên li Ewrupayê, ji bo hemû misilmanên ku li çar aliyê dinyayê dijîn dibe taluke. Çalakiyên îslamofobîk beriya ku bibe sedema zirardayîna jiyana hevpar, divê welatên eleqedar tevdîran bibînin. Divê dev ji dijminatiya biyaniyan û cudakariyê bê berdan."
- "Divê ji bo nirxên pîroz rêz bê nîşandan"
Gormez got ku divê her kes rêzê nîşanî nirxên pîroz bide û wiha axivî: "Biçûkdîtina nirxên pîroz, îstismarkirin, heqaret, devavêtin ne azadiya fikran e. Divê misilman peyamên cihanî yên Qûr'anê û rêberiya Hz. Pêxember ya ku li ser hemû deman e ji xwe re bikin rêber û rûyê xwe ji wan kesên ku van tiştan dikin biguherin. Tehrîkkirinan meşrû nîşandan û ji bo vê çalakiyên ku dibin sedema tundî û mirinê kirin tu carê di îslamê de nayê qebûlkirin."
Gormez bal kişande li ser mizgeftên Ewrupayê û got ku dînê îslamê dînê hezkirin û merhemetê ye.
Gormez wiha axivî: "Armanca dînê îslamê ew e ku mirov him di vê dinyayê de û him jî axiretê de bextewar bin. Armanca herî mezin a îslamê ew e ku dinyayeke ku mirov di tê de di nav aştî, aramî û silametiyê de dijîn çêbibe. Îslamê teror û tundiyê ve girêdayîn ji bo dînê îslamê neheqiya herî mezin e."