NEW YORK
Hevdîtinên di navbera AAyê û NYyê yên der barê parvekirina nûçe û dîmenan de dest pê kir.
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çulcuoglu ji bo pêşdexistina "di 100 saliya xwe de vîzyona kurewî ya Ajansa Anadoluyê" li bajarê New Yorka DYAyê hin hevdîtinan pêk tîne.
Di vê çarçoveyê de Çulcuoglu, dîrektorê Şaxa Nûçe û Medyayê ya Beşa Têkiliyên Gel a NYyê û berdevkê nû yê sekreterê giştî yê NYyê Stephane Dujjaric ziyaret kir û der barê vesazkirina cihanî ya AAyê û xebatên AAyê yên li NYyê de agahî da.
Çulcuoglu diyar kir ku li seranserê cihanê bi tevahî 50 ofîsan AAyê hene û dê di demeke nêz de jî dest bi weşana Fransî bikin. Çulcuoglu lê zêde kir û got ku em, rûdanên li NYyê bi rêya peyamnerên xwe yên li New Yorkê bi çar zimanan li cihê bûyerê dikin nûçe.
Çulcuoglu got ku AA rûdanên der barê NYyê û bûyerên li erdnîgariya ku NY lê çalak e di eynê wextê de digihîne aboneyên xwe yên ku li deverên cuda cuda yên dinê ne û ji ber vê çendê jî em dixwazin ku di warê parvekirina nûçe, wêne û dîmenan de bi NYyê re havkariyê bikin.
-"AA saziyeke kevnare ye"-
Stephane Dujarric jî diyar kir ku wê ji hefteya bê û pê ve dest bi berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYyê bike û wê ji ber hevkariya ku dê di navbera AAyê û NYyê de bê danîn, kêfxweş bibe.
Dujarric çav li Almanaka AAyê ya sala 2013an jî gerand û got ku AA di sala 1920an de hatiye avakirin, lê NY di sala 1945an de ava bûye. Ango AA gelekî pêşiya NYyê ava bûye. Her wiha em ê bi parvekirina materyalan ya li gel vê saziyê gelekî kefxweş bin.
-Seredana serkonsol
Çagatay Çulcuoglu di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li New Yorkê çû seredana Serkonsolê New Yorkê yê Tirkiyeyê Levent Bilgen û der barê AAyê de agahî da.
Bilgen jî anî ziman, ji ber ku AAyê xuyaniya xwe ya li pêş çavan a di qada navneteweyî de zêdetir kiriye, gelekî memnûn û serbilind e.