Elif Orhan
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ANKARA
Juriya Istanbul Photo Awards 2018ê ya ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) ve cara çaremîn hat lidarxistin diyar bû.
Juriya îsal a pêşbaziyê wekî salên borî ji kesên navdar ên navneteweyî ya ku di warê wênegiriyê de tên naskirin pêk tê.
Digel Rêvebrrê Weşanê yê Dijîtal ê Parîs Match Marîon Mertens, serwênekêşê werzişê yê ku xelata Getty Images sitandiye Cameron Spencer, fotonûçegihanê Ajansa NOORê Yurî Kozyrev, fotonûçegihan û şêwirmendê çapemeniya dîtbarî Georges De Keerle, Dîrektorê Pêşxistina Kar û Belavkirina Wêneyan ê AFPê Michel Scotto, Rêveberê Weşana Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan ê AAyê Firat Yurdakul îsal du kesên girîng beşdarî juriyê bûn.
Andreî Polîkanova ku yek ji edîtorên wêneyên nûçeyan ên herî girîng ên di qada navneteweyî de ye û Frederîc Lafargueyê xwediyê xelata "Wêneyê salê" yê par jî beşdarî juriya Istanbul Photo Awards 2018 bûn.

- Endamên juriyê yên nû
Ji endamên juriyên yên îsal Anderî Polkanov beriya ku dest bi edîtoriyê bike li cihên pevçûnê yên wekî Karabaga Çiyayî, Tacikistan û Çeçenyayê wek nûçegihanê serbest gelek wêneyên girîng kişand.
Xebatên Polîkanov di saziyên çapemeniyê yên wekî Time, The New York Times, Stren, Focus, Spiegele û Pariz Match de hatin bikaranîn û piştî ku di navbera salên 1995-2007an de li buroya Moskowê ya kovara Timeyê Edîtoriya Wêneyan kir heta 2015an li Russian Reporter Magazinê Dîrektoriya Wêneyan kir.
Wênekêşê fransî Frederic Lafargueyê ku endamê juriyê yê nû ye bi wêneya xwe ya bi navê "Reva ji DEAŞê" di "Istanbul Photo Awards 2017"ê de bibû xwediyê xelata "Wêneyê Salê."
- Serlêdan dê heta 31ê kanûna paşîn dewam bikin
Serlêdanên "Istanbul Photo Awards 2018"ê ya ku di 1ê sermawezê de dest pê kirin dê heta 31ê kanûna paşîn dewam bikin.
Wêneyên ku ketin dereceyê dê di meha adarê de ji aliyê endamên juriyê yên ku dê li Tirkiyeyê bên bal hev re bên diyarkirin.
Dikarin ku ji ser www.istanbulphotoawards.comê serlêdanên "Istanbul Photo Awards 2018"ê bikin.