ANKARA
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di 16ê çileya paşîn de ji bo rojnamevanên biyanî resepsiyonek da. Nûnerê AAyê yê Qûdsê Taner Aydin û nûçegihanê wêneyan Salih Zekî Fazlioglu jî hatin vexwendin. Lê di resepsiyonê de li ber derî bê sedem hatin rawestandin. Her çiqas ji cihaza X-Rayê derbas bibin jî ji wan hat xwestin ku cil û bergên wan bên kontrolkirin.
Li ser vê Serokê Giştî yê Medya-Îşê Gursel Eser ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê re nameyek şand û li hember vê rewşê bertek nîşan da. Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta Îsraîlê ji Gursel re bersivek şand û di nameyê de wiha hat gotin: "Ji bo nameya we em sipas dikin û ji bo vê bûyera nebaş em lêborînê dixwazin. Nameya we gihişte Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê."
Eser di 20ê çileya paşîn de name şandibû û gotibû ku ev tevger ne baş e û bertek li berpirsyarên Îsraîlê re nîşan dabû û xwestibû ku ev tevger cardin neyên kirin.