Elif Orhan
11 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
ANKARA
Bi hevkariya Ajansa Anadoluyê (AA) û Şaredariya Mezin a Enqereyê "Pêşangeha Wêneyan a ji Objektîfa AAyê Teşebûsa Derbeyê" hat vekirin. Pêşangeh dê heta 26ê tebaxê berdewam bike.
Pêşangeha ku ji objektîfên nûçegihanên AAyê tiştên ku di dema teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) qise dike, li îstasyona metroyê ya Kizilayê û li Galeriya Hunerê ya Guvenparkê pêşkêşî paytextiyan kirin.
Di "Pêşangeha Wêneyan a ji Objektîfa AAyê Teşebûsa Derbeyê" de 72 berhem cî digirin.
Pêşangeh li Stenbolê jî digel îstasyonên metroyê yên Taksîm, Yenîkapiyê li îstasyona metrobusê ya Zîncîrlîkuyuyê jî tê nîşandan.