Uğur Aslanhan,Ergin Garip
11 Gulan 2023•Rojanekirin: 12 Gulan 2023
Beşa ewil a belgefîlma "Hedef KIZILELMA" îro derket pêş temaşevanan ku qonaxên dahênandina balafira şer a bêmirov a ewil a Tirkiyeyê Bayraktar KIZILELMA û rêwîtiya Baykarê ya dahênana balafirên bêmirov rave dike.
Piştî nîşandana ewil a li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di 3 salonan da bi hev ra pêk hat, Serokê Lijneya Rêveberiyê û Serekê Teknolojiyê yê Baykarê Selçuk Bayraktar ji ber beşdariya wan, sipasiya mêvanan kir û diyar kir ku rêwîtiya KIZILELMAyê tu wextî hêsan nebû.
Selçuk Bayraktar bal kişand, gelek şexs û sazî hene ku divê sipasiya wan were kirin ku pêkanîna KIZILELMAyê pêkan kirin û wiha got, "Ez ewil sipasiyên xwe yên herî ji dil pêşkêşî birêz Serokomar Recep Tayyip Erdogan dikim ku 20 sal berê pîşesaziya parastinê ya neteweyî ya tam serbixwe kir hedefa xwe û serkêşiya wê kir."
Bayraktar her wisa ragihand ku ew sipasiya Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Parastina Neteweyî, Sererkanî, fermandariyên hêzan, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Serokatiya Pîşesaziya Parastinê û serokê wê Îsmaîl Demir, ASELSAN, ROKETSAN, TUBÎTAK, TUBÎTAK-SAGE û Serokê Lijneya Rêveberiya Banqeya Îşê Adnan Bali dike.
Bayraktar her wiha sipasiya hemû saziyên taybet, hevalên wan ên ekîbê û malbatên wan kir û wiha got, "Herî dawî ez spasiya miletê me yê ezîz dikim ku dia û piştgiriya wan bi me ra ye."
Midûrê Giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar jî ji ber ku bi wan ra serboriya 20 salan temaşe kirine, sipasiya mêvanan kir.
Di belgefîlmê da çîroka Bayraktar KIZILELMAyê ku ji hêla Baykarê va bi temamî bi çavkaniyên xwemalî bi awayekî neteweyî resen hatiye çêkirin û rêwitiya Baykarê ya ku nêzikî 20 sal e di warê çêkirina wesaîtên asîmanî yên bêmirov da dixebite, cî digire.
Beşdarvan û xwendiyan eleqeyeke mezin nîşanî belgefîlmê dan.
Ji ber eleqeyê nîşandana belgefîlmê ku derhêneriya wê Altug Gultan û Burak Aksoy kirine, li 3 salonan hat lidarxistin.
Beşa ewil ya belgefîlmê di heman demê da di kanala YouTubê ya Baykarê da hat weşandin.
Sumeyye Erdogan Bayraktara jina Selçuk Bayraktar jî tevî xebatkarên Baykarê û malbatên wan li belgefîlmê temaşe kirin.
Di nîşandana belgefîlmê da ji xeynî Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Alîkarê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Serdar Karagoz û Rêvebirê Giştî yê Weşanê û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Yusuf Ozhan gelek karsaz, siyasetmedar, hunermend, medyakar û werzişkar amade bûn.