01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
ANKARA
Bi destpêkirina 4.5Gyê va cara ewil Serokomar Erdoganê ku li DYAyê ye û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Yildirim pê bi hev ra axivîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê derbasbûna 4.5Gyê da wiha got: "Heke em rêyên agahiyan bişibînin rêyên beja bi vê îhaleyê va welatiyên me ji rêyeke tekşerît derbasî rêyeke 5 şerît bûn."
Bi destpêkirina 4.5Gyê va axaftina ewil Serokomar Erdoganê ku ji bo Lûtkeya Ewlekariya Nukleerê li DYAyê ye û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim kirin.
Wezîr Yildirim di axaftinê da diyar kir ku bi xebatkar û rayedarên Serokatiya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan ra li bal hev in û ji Serokomar Erdogan ra got, "Bi 4.5Gyê va axaftina cara ewil em nika bi te ra dikin. Ji welat û miletê me ra bi xêr be."