ÎSTANBUL
Tîma Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ZTS) ya ku gelek xelatên navneteweyî girtine, erebeyek ku bi vejena tavê ve dixebite çêkir. Trimbêla bi navê "ARIBA6" dê di 6-13ê Cotmehê de li Avustralyayê beşdarî pêşbaziya World Solar Challenge ya ku ji 3 hezar kîlometroyî pêk tê, bibe. Erebe beriya vê hat ceribandin.
Rallîvana Neteweyî Burcu Çetînkayayê li kampûsa Ayazagayê ya ZTSyê erebe ceriband.
Piştî ceribandina erebeyê amadehiyên dawîn yên erebeyê hatin kirin û Talgun Uzunlarê ku di beşa Endezyarîya Malzeme û Metalûrjiyê de xwendekar e, ARIBA6 xebitand û ji bo ku here Enqereyê bi 2 eskortan ve bi rê ket.
Ajokarê ARIBA6ê Uzunlar piştî ku ji Pireya Fatîh Sultan Mehmet derbas bû, navber da ajotinê. Uzunlar pirsên rojnamevanan bersivandin û wiha got: "Ev tiştekî cuda ye. Ji ajotina erebeyeke normal cudatir e. Dema ku mirov erebeyeke bi xwe çêkiriye diajo, zêdetir bextewar dibe. Hêvîdar im ku em dê heta Enqereyê wiha herin."
Serokê Tîma Erebeya Tavê ya ZTSyê Berker Beyazit jî diyar kir ku xebata wan ji 2004an ve didome û di dawiyê de ARIBA6 çêkirine.
Beyazît diyar kir ku wan erebe ji bo pêşbaziya World Solar Challenge ya li Avustralyayê amade kirine û wiha got: "Leza erebê di nav saetekê de dikare bigîhîje 130 kîlometroyî. Paneleke wê ya 6 metrekareyî heye. Di erebê de motoreke 1.8 kîlovatî heye. Her tiştê wê me çêkir. Hilbera me ye."