Ekip
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê kêmasiya budçeyê de got: "Di meha nîsanê da budçe 3 milyar lire, di kanûna paşîn û nîsanê da jî 17,9 milyar lire kêm derketiye. Lê, prîmên ewlehiya sosyal jî hatin taloqkirin. Heke em van prîman jî bihesibînin, di çar mehên ewil da kêmasiya budçeyê dora 11,9 milyar lireyî ye."
Agbal encama pêkanîna budçeya serdema kanûna paşîn û nîsanê nirxand.
Wezîr Agbal diyar kir ku di meha nîsanê da budçe 3 milyar lire, di kanûna paşîn û nîsanê da jî 17,9 milyar lire kêm derketiye. Lê, prîmên ewlehiya sosyal jî hatin taloqkirin. Heke em van prîman jî bihesibînin, di çar mehên ewil da kêmasiya budçeyê dora 11,9 milyar lireyî ye."
Agbal destnîşan kir ku dê dahata bacê di serdema pêş de zêdetir bibe û herwiha dê geşekirina aboriyê û bazirganiyê jî berdewam be.