Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku sedema hemû pirsgirêkên Sûriyeyê rejima Esed e û wiha axivî: "Tiştekî ku bi Esed re bê muzakarekirin tune. Rejimeke ku 200 hezarî zêdetir mirov kuştiye û çekên kîmyevî bi kar aniye ve hûnê çi muzakere bikin? Ji muzakereyên heta niha çi encam derket?"
Çavuşogluyê ku çû Kamboçyayê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser gotina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry "Em mecburin ku bi Esed re muzakereyê bikin" Çavuşoglu wiha axivî: "Sedema hemû pirsgirêkên Sûriyeyê rejima Esed e. Tiştekî ku bi Esed re bê muzakarekirin tune. Rejimeke ku 200 hezarî zêdetir mirov kuştiye û çekên kîmyevî bi kar aniye ve hûnê çi muzakere bikin? Ji muzakereyên heta niha çi encam derket? Ji bo ku li Sûriyeyê guherîn çêbibe divê rejima Esed here û rêvebiriyeke nû ya ku her kesî hembêz dike dest bi kar bike."
Wezîr Çavuşoglu got ku rejima Sûriyeyê piştgiriyeke mezin dide rêxistinên terorê û wiha got: "Heke em bibêjin bila rejima Esed piştgiriyê nede rêxistinên terorê, wê demê karê me yê hêsan bibe ev ne nêrîneke rasteqîn e. Li Sûriyeyê du pirsgirêkên divê bên çareserkirin heye. Ji wan yek DAEŞ e, ya din jî divê rejima Esed here û guherîneke siyasî ya nû hebe."
- Têkoşîna li hember DAEŞê
Wezîr Çavuşoglu li ser pirsa "Waliyê Misûlê Esîl Nuceyfî daxuyand ku Tirkiye di hin kampên leşkerî de perwerdeyê dide hêzên şiî ku ew di operasyona Misûlê de cih bigrin. Hûn çi dibêjin?" wiha axivî: "Tirkiyeyê ji xwe berê daxuyanî dabû û gotibû ku ew ê mihafizên neteweyî û hêzên ewlekariyê perwerde bike. Heta niha li Iraqê 1510an zêdetir pêşmerge jî hatin perwerdekirin. Tirkiye alîkariyê dide Bexdayê û Iraqa bakur."