TBMM
Pêşniyaza Qanûna ku wekî bingeh çend qanûnan diguherîne li Meclisê hat qebûlkirin. Di beşa yekemîn de 23 made hatin qebûlkirin. Sererastkirinên sereke ev in:
"100 hezar karmendên bipeyman ku li saziyên dewletê dixebitin dê derbasî kadroyê bibin.
Mamosteyên wekîl ên kursên Qur'anê û yên ku di navbera 4ê gulana 2005an û 30ê hezîrana 2013an de herî kêm sê mehan xebitîne dê derbasî qadroyê bibin.
Yên ku di lîstikên sporê de qumarê bidine lîstin dê cezayê wan were zêdekirin.
Ehliyeta ajovaniyê, dê ji bo demekê were dayîn. Yên ku ehliyetê nû bistînin, heta salekê dê wek namzetê ajovaniyê werin qebûlkirin.
Ji bilî hin saziyên ku destûr ji wan re hatiye dayîn, tu sazî nikare peyva "Diyanet"ê bi kar bîne.