TUÎKê eşkere kir ku di meha hezîranê de TUFE ji sedî 0,76 û, UFE jî ji sedî 1,46 zêde bû. Enflasyona salane jî di TUFEyê de wek ji sedî 8,30 û di UFEyê de jî wek ji sedî 5,23 çêbû.
Fiyet zêde bûn.
Saziya Îstatîstîka Tirkiyê (TUÎK) eşkere kir ku di meha hezîranê de Endeksa Fiyeta Berxwerî (TUFE) ji sedî 0,76, Endeksa Fiyetên Berhênerî (UFE) jî ji sedî 1,46 zêde bû.
Li gor daneyên sala 2013an, enflasyona salane jî di TUFEyê de wek ji sedî 8,30 û di UFEyê de jî wek ji sedî 5,23 çêbû.
Piştî daneyên enflasyonê yên Endeksa BIST 100ê hiseyên bankeyan dadikevin.
Piştî ku TUÎKê enflasyona TUFEyê ya meha hezîranê eşkere kir ku ew jî ji sedî 0,76 zêde bûbû, di endeksa Borseya Stenbolê 100 (BIST 100) de bi hiseyên bankeyan re ji sedî 2,5 daketin pêk hat.
Li gor Anketa Fînansê ya eşkere ya AAyê ku ekonomîst li bendê bûn ji sedî 0,09 zêde be lê zêdebûn weke ji sedî 0.76 pêk hat. Piştî enflasyona salane ya TUFEyê hat eşkerekirin ku ji sedî 8,30 zêde bûye û hat dîtin ku di bazara tehwil-bonoyan de faîz zêde bû. Li gor fikariyên ku dê di faîzên zêdebûyî û bilindbûna enflasyona salane de revîzyon bê kirin, di hiseyên bankeyan de ji sedî 3yan jortir daketin pêk hat û endeksa BIST 100î jî dakete 75.000 pûanan.
Endeksa BIST 100î li gor piyaseyên rojê bi 75.843 pûanan dest pê kir. Piştî ku daneyên enflasyonê dakete 74.476,63 pûanan, analîst dibêjin, divê 73.900 wek sînor bê dîtin.