Haydar Şahin
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
HEWLÊR
Necîbe Necîba Endama Komisyona Darayiyê ya Parlementoya Iraqê diyar kir ku 107 milyar dolar deynê hikûmeta navendî heye.
Necîbê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Li gor agahiyên ku Wezareta Darayiyê ya Iraqê da me, deynê ku hetanî dawiya sala 2016an kete ser hev kêm zêde bi tevahî 107 milyar dolar e. Deynên ku nikarin bidin her diçe di ser hev da dikeve."
Necîbê got deynê Iraqê 3 qisim e, hema hema nîvê vî deynî ji rejima Beasê maye.
Necîbê destnîşan kir ku piraniya deynê ku ji dewra serokê jitextdaxistî maye ji peymanên sîlahan, şerê bi Kuweyt û dewletên din ra maye û wiha axivî: "Em dikarin bêjin deynê ku ji heyama Sedam Huseyn maye 55 milyar dolar e."
- Bi derketina DEAŞê va deyn zêde bû
Necîba Endama Komisyona Darayiyê got qismê 2 û 3yan ên deyn ji sala 2004an dest pê dike û bi derketina DEAŞê va deyn zêde bû.
Necîbê wiha got: "Piştî sala 2004an hikûmetê ji bo dîtina hewcedariya ji welatên din pere deyn kir û qismê 2yan ê deyn vî pereyî pêk tê. Di nav vî deynî da pereyê ku ji Fona Pereyan a Navneteweyî, Japonya û welatên din hatibûn sitandin hene. Qismê 3yan ê deynî jî ji deynê navxweyî pêk tê."
- Bi pereyê ku ji Bankeya Dinyayê distînin va mehaneya karmendan didin
Necîbê got ji ber têkoşîna dijî DEAŞê rewşa aboriya welêt zehf baş nîne û wiha got: "Hikûmeta navendî ya Iraqê di van 2 salên da wîn da bi pereyê ku ji Bankeya Dinyayê distîne va mehaneya karmendan dide. Heke eva pereya nebûya nikaribûn mehaneya karmendan bidana."
Necîbê bi bîr xist ku piştî derketina DEAŞê Wezareta Parastinê gelek peymanên sîlahan îmze kir û wiha pê da çû: "Me xwest ku bira li ser pereyê ku ji bo sîlahan tê xerckirin lêkolîn bên kirin lêbelê hela hê dosyeyeke der barê vê da nedan pêşiya me."