GAZÎANTEP
Di daxuyaniya nîvîskî ya Midûriya Ajaldarî, Çandinî û Xurekê ya Arabanê de hat ragihandin ku cotkarên Arabanî yên di heyama hilberînê de ji cemedgirtin û zîpikê zirar dîtin, heke bixwazin deynên wan yên ji bo Bankaya Zîraetê û Koperatîfa Krêdî û Çandiniyê heta salekê dê paşve bên avêtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin cotkarên ku dixwazin deynên xwe paşve bidin, divê heta 23ê îlonê serî li Midûriya Navçeyê bidin. Kesên muraceetê nekin, dê ji paşdeavêtina deyn sûd wernegirin.
Serokê Midûriyeta Odeya Zîreatê ya Erebanê Mehmet Dogan jî got em ji bo biryara paşdeavêtina deynan kêfxweş in.