Piştî vebûna Balafirgeha Hekarî-Yuksekovayê dê hejmara balafirgehên li Tirkiyeyê bibe 55.
Balafirgeha Hekariyê dê sibê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bê vekirin.
Xîma balafirgehê di 18ê tîrmeha 2010an de hatibû avêtin; lê ji ber bûyerên terorî, îstimlaqkirina ereziyan çêkirina balafirgehê çend caran paşda hat avêtin.
Balafirgeha ku cara ewil di 21ê gulanê de lê ceribandin hat kirin dê sibê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bê vekirin. Piştî vebûna Balafirgeha Hekarî Yuksekovayê dê hejmara balafirgehên li Tirkiyeyê bibe 55.
Balafirgeha ku 65 kîlometre dûrî Hekariyê ye ji bo îstimlaqkirina ereziyan 11 milyon û 405 hezar û 600 lira pere xerc kirin.
Mezinahiya qada sergirtî ya balafirgehê 6 hezar û 600 metreqere ye. Di balafirgehê de avahiya termînalê, bloka teknîk, keleh, navenda germkirinê, navenda hêzê, avahiya agirkujiyê, garaja makîneyên kar, avahiya ewlehiyê, avahiya têketin û kontrolkirinê û avahiya nû ya garajê hene.