Ji bo ku ava vexwarinê bibin Girava Axdamarê ya li Behra Wanê xebatan dest pê kir.
Girava Axdamarê bi sirûşta xwe û dêra dîrokî ya li giravê ji bo tûrîzmê dereke muhîm e. Ji ber ku ava vexwarinê li giravê tuneye him ji bo kesên tên serdanê û him jî ji bo sirûşta giravê pirsgirêk derdikevin.
Şaredariya Gurpinarê ji bo ji kaniya Bejingirê avê bînin dest bi xebatan kir.
Serokê Şaredariya Gurpinarê Zekî Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di encama xebatên komisyona ku bi destê Meclisa Şaredariya Mezin a Wanê hat avakirin de derket holê ku maliyeta xeta ava vexwarinê 3 milyon lîre ye.
Yildiz diyar kir ku ji ber tunebûna avê giyayên li giravê jî di bin talûkeyê da ne û wiha got: "Ava Wan û gelek navçeyan ji Gurpinarê tê. Em dixwazin ava giravê jî ji vir were. Ji ber tunebûna avê dar û giyayên li giravê hişk dibin. Heger ev ava were wê him girav xilas bibe û him jî ji bo Wanê jî qezenceke mezin e."