Murat Birinci
18 Tebax 2022•Rojanekirin: 20 Tebax 2022
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîza îhaleyê ya repoyê ya bi wadeya hefteyekê (faîza polîtîkayê) ji sedî 14an daxist ji sedî 13an.
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê der barê rêjeya faîza polîtîkayê da daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku Lijneya Polîtîkaya Pere di serokatiya Şahap Kavciogluyê Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê û rêjeya faîza îhaleyê ya repoyê ya bi wadeya hefteyekê (faîza polîtîkayê) ji sedî 14an daxistine ji sedî 13an.