Muhammet Kurşun
16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo beşdariya Forûma Aborî ya Davosê ber bi Ewrûpayê kete rê.
Li daxuyaniya malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo beşdarî Forûma Aborî ya Davosê ku di 17 û 20ê vê mehê de li Swîsreyê tê lidarxistin bibe çû Ewrûpayê.
Hate ragihandin ku Barzanî dê di çarçoveya vê seredanê de bi serok û berpirsên gelek welatan re hevdîtinan bike.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Misfeta û hin rayedarên din di heyeta Barzanî de cih digirin.