Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ku HKIyê ji ber êrîşa PKKa rêxistina terorê ya li ser xeta boriya neftê ya Kerkûk û Yumurtalikê, 250 milyon dolar zirar kir.
Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya wezaretê "Xeta boriya neftê li herêma Kurdistanê çavkaniya sereke ya dahatê ye. Neft ji vê xetê tê îxrackirin û bi pereyê vê neftê mehaniya karmendan tê dayîn. Dahata hikûmeta Kurdistanê û gel ji vê derê ye. Ev xet li Kurdistanê li hember hemû tevgerên neyênî li herêmê tekane çavkaniya me ya aboriyê ye."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji 27ê tîrmehê dest pê kir û gelek êrîş hatin kirin. Piştî van êrîşan xeta boriyê pir zirar dît û sewqkirina neftê bi temamî sekiniye."
- PKK zirarê dide kurdan
Li gor daxuyaniyê ji ber êrîşê zirar gihîşt aboriya herêmê û wiha hat gotin:
"Êrîşa li ser xeta boriyê ya herêma Kurdistanê pir hindik zirar da Tirkiyeyê. Zirara Tirkiyeyê tenê perê neqlê ye. Ji sedî 99 zirar gihîşt herêma Kurdistanê. Zirara ku gihîşt Kurdistanê jî 250 milyon dolar e. Bi vî pereyî mehaniya pêşmerge, hêzên asayîşê û xebatkarên Wezareta Karên Navxweyî tê dayîn. Divê êrîşên li ser xeta Kurdistanê bisekinin. Bandora vê li ser jiyan û ewlehiya gelê Kurdistanê dike."