Merve Özlem Çakır
16 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2023
Baca xebitandinê ya taybet (OTV) ku di firotina sotemeniyê da tê stendin, hat zêdekirin.
Zêdekirina baca sotemeniyê bi biryara Serokomar wekî Pêveka Qanûna Baca Xebitandinê ya Taybet di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Bi biryarê va bihayê OTVyê ji bo mazot û benzîna 95 oktan serê lîtreyê 5 lire, ji bo LPGyê jî 4 lire hat zêdekirin.
Bi vê zêdekirinê va OTVya ku ji serê lîtreyê ji benzîna 95 oktan tê stendin derket 7,5265 lireyî, ji benzîna 98 oktan tê stendin jî derket 7,8899 lireyî.
Ji serê lîtreyê ji mazotê 7,0559 lire, ji LPGyê jî 5,7780 lire OTV wê were stendin.