Önder Beyter
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Borse Stenbolê endeksê BIST 100ê, ji sedî 0,44 bilind bû û ji ser 94.217,43 pûanî û bi rekoreke dîrokî dest bi rojê kir .
Di vebûnê da endeksê BIST 100ê 414,62 pûan bilind bû û derket ser zîrveya dîrokî ku 93.217,43 pûan e. Herwiha endeksê bankgeriyê ji sedî 0,40, endeksê holdîngê jî ji sedî 0,57 zêde bûn. Di nava endeksên sektoran da ya ku herî zêde da qazanckirin tûrîzm e ku rêjeya wê ji sedî 3,36 e û herwiha bi tenê ya ku şikest jî sektora înformatîkê ye ku rêjeya wê ji sedî 0,24 e.
Analîstan destnîşan kir ku ji hêla teknîkê va di BIST 100ê da armanca maweya nêzîk asta 95.000an e, armanca maweya navînî jî asta 100.000an e.