Haydar Şahin
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
İSTANBUL
Fîlma "Arîf v 216" ya ku Cem Yilmazê komedyen senaryoya nivîsand, derhêneriya wê kir û di rola serke da lîst di nav 4 rojan da ji hêla milyonek û 331 hezar û 691 kesî va hat temaşekirin.
Li gor agahiyên ku ji Box Offîce Tirkiyeyê hatin berhevkirin, fîlma "Arîf v 216" di 5ê rêbendanê da kete vizyonê û bi milyonek û 300 hezarî zêdetir temaşavanî va rekora meha rêbendanê bi dest xist.
Di hefteya ewil a rêbendanê da fîlmên din jî ketin vizyonê û ji wan fîlma "Bobî: Li Ser Navê Hêza Qîtan" ji hêla 14 hezar û 928 kesan, fîlma "Odeya Mirinê", ji hêla 2 hezar û 950 kesî, fîlma "Îngiltire Ya Min E" jî ji hêla hezar û 68 kesî va hatin temaşekirin.
Wekî mayîn li gor rapora Navenda Teqîba Medyayê, ji xêncî hejmara temaşevanan, rexneyên li ser fîlma "Arîf v 216" 319 caran di rojnameyan da, 177 caran di televizyonan da û hezar û 850 caran jî di înternetê da bûn xeber.