Haydar Şahin
2017 ж. 03 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 03 қазан
ANKARA
Di îlonê da Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) ji sedî 0,65, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navwelêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,24 zêde bû. Enflasyona salane ya bihayê xerîdaran bû ji sedî 11,20 û bihayê hilberîneriya navwelêt jî bû ji sedî 16,28.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ji îlonê pê va çaxê li 12 mehan mêze dikin bihayê xerîdaran ji sedî 9,98, bihayê hilberînerên navxwelêt jî ji sedî 13,26 zêde bûn. Li gor mehê TUFE ji sedî 0,65, YÎ-UFE jî ji sedî 0,24 zêde bûn.
TUFE di îlonê da li gor berfanbara sala par ji sedî 7,29, li gor heman meha sala par jî ji sedî 11,2 zêde bû. YÎ-UFE li gor berfanbara sala par ji sedî 9,78, li gor îlona sala par jî ji sedî 16,28 zêde bû.
- Guherînên salane
Li gor daneyên salê di TUFEyê da zêdebûna herî zêde ji sedî 16,10î va di gihandinê da hat dîtin. Piştî gihandinê xurek û vexwarinên bialkol ji sedî 12,50 zêde bûn, hin amûr û xizmet ji sedî 12,06 zêdebûn, tenduristî ji sedî 11,90 zêde bû, şahî û çand jî ji sedî 11,85 zêde bû.
Meha borî ji 414 amûrên di endeksê da bihayê 61 amûran neguherî, bihayê 281 amûran zêde bû, bihayê 72 amûran jî daket.
- Di îlonê da herî zêde pîvazên ter biha bûn
Li gor bihayê xerîdaran di meha îlonê da ji sedî 14,75an va herî zêde pîvazên ter biha bûn, ji sedî 27,46an va jî herî zêde gerên navxweyî yên ku ji hefteyekê zêdetir in erzan bûn.