Abdullah Tel
2017 ж. 03 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 03 қазан
ANKARA
Di îlonê da Endeksa Bihayê Xerîdar (TUFE) ji sedî 0,65, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navwelêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,24 zêde bû. Enflasyona salane jî di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 11,20 û di bihayê hilberîneriya navwelêt da bû ji sedî 16,28.
Li gor bihayê xerîdaran di meha îlonê da ji sedî 14,75an va herî zêde pîvazên ter biha bûn, ji sedî 27,46an va jî herî zêde gerên navxweyî yên ku ji hefteyekê zêdetir in erzan bûn.