27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
İSTANBUL
Bihayê dolar/TL di hefteya nû de daket û dolar bû 3.60.
Hefta borî di piyaseya kurewî da teleba ji bo dolar kêm bû, ji ber vê dolar/TL ji 3yê çileya paşîn vir ve dakete asta herî kêm û bû 3,5561. Ji sedî 1,06 zêdebûnê va bû 3,6079 û hefteyê temam kir.
Îro jî bi di bin 3,60an va dest bi hefteyê kir. Ji saet 09.45an pê va bi 3,5930an tê firotin. Ewro/TL jî di heman saetê de ji sedî 0,12 kêmbûnê ve bi 3,8025an, sterlîn jî ji sedî 0,66 kêmbûnê va bi 4,4678an tê firotin.
Analîst dibêjin ku heke bihayê dolar/TL di bin 3,60an de bimîne asta dolar wê li der û dora 3,5500an û 3,4000an de be, heke bihayê wê zêde be jî ewê li der û dora 3,6140an de be.