BATMAN
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek bi şev çû dîtina esnafan. Li ser vexwendina welatiyan li qehwexaneyekê rûnişt û bi wan re sohbet kir. Batmaniyan pirsgirêk û daxwaziyên xwe ji Şîmşekî re gotin.
Welatiyan ji Şîmşek zemên fuel oîlê pirs kirin. Şîmşek diyar kir ku der barê baca fuel oîlê de zem nehatiye kirin û van demên dawîn bac qethiyen nehatine guhertin. Şîmşek got ku ji ber pirbûna bihayê neftê, guherînên kurên dolarê bivê nevê li Tirkiyeyê bandorê li ser bihayên fuel oîlê dike.
Wezîr Şîmşek got ku heke daxistineke bacan ya ku xerckirinê zêde bike, çêbe dê ev yekê kêmdana gerayê û ribayê jî zêde bike. Dê ev yek jî bibe sedema kêmbûna xizmetan û wiha pê de çû: Par Tirkiyeyê ji bo derkirîna neft û xaza sirûştî 60 milyar dolar da. Me di vir de barê bacê kêm kiriye, heke em vî barî kêmtir bikin wê demê dê xerckirinê jî zêde bibe. Ev yek jî tê wateya derkirîna zêde. Daxistina bacê ya ku dê xerckirinê zêde bike, xêra Tirkiyeyê nîne. Çima ku di Tirkiyeyê de kêmdana gerayê gelek mezin e. Heke em serî li wê azîneyê bidin, dê kêmdana gerayê zêdetir bibe. Heke em bacan daxînin dê kêmdana gerayê zêde bibe, kêmdana gerayê zêde bibe riba zêde dibe. Heke riba zêde bibe emê ji bo vir kêmtir xizmetê bikin. Popûlîzm hêsan e, lê em popûlîzmê nakin. Çi ji destê me bê emê bikin.