Dolar/TL bi şikestinê va dest bi hefteyê kir
Dolar/TL ku bi şikestinê va dest bi hefteyê kir, di asta 4,0410î da miemeleyê dibîne
Istanbul
ÎSTANBUL
Dolar/TL ku bi şikestinê va dest bi hefteyê kir, di asta 4,0410î da miemeleyê dibîne.
Di piyaseyên kurewî da hefteya borî daxuyaniyên ji Amerîka û Çînê fikarên der heqê şerê bazirganiyê da zêde kiribûn û herwiha dolar jî li hemberî cureyên pereyên din nirxa xwe zêde kir. Di roja dawîn a miemeleyê ya hefteya çûyî da dolar/TL bi 4,0664ê va derketibû asta xwe ya herî bilind û herwiha di dawiya rojê da jî ji sedî 0,2 şikestibû û bûbû 4,0443.
Dolar/TL ku bi şikestinê va dest bi rojê kir, ji saet 09.40î pê va ji sedî 0,13 şikest û ji ser 4,0410î da tê firotin. Ewro/TL ku roja înê asta xwe ya dîrokî 5,9776 dîtibû, di destpêka hefteya nû da şikest û di asta 4,96ê da ma. Di heman kêliyê da sterlîn/TL jî li ser xeteke asoyî ji ser 5,7020î da miemeleyê dibîne.