Ji Yildiz pirsa "Hin nûçeyan de tê gotin ku di nefta ku ji Iraqê tê û ji ser Tirkiyeyê dest bi transfera wê kirine de hin pirsgirêk hene û tankereke neftê di Behra Spî de sekiniye û li benda çareseriyê ye. Gelo nirxandinên we yên di vê mijarê de çi ne?" wiha bersivand:
"Ev neft nefta Tirkiyeyê nîne, nefta Iraqê ye. Dahata ji vir tê dahata Iraqê ye. Berdêlên ku ji faliyetên barkirin û gihandinê tên sitandin li gor dahata giştî gelekî kêm e. Me ev neft bar kir, Bakurê Iraqê vê neftê bifroşe kîjan welatê, çawa di encama kîjan îxaleyê de difroşe em tevlî wê nabin. Dixwaze bila bifroşe bazara Behra Spî, dixwaze bila bifroşe DYAyê, dixwaze bila bifroşe Çînê. Em di vê mijarê de rayedar nînin û dahata ku ji vê yekê tê dê bi sîstema parvekirina ku wan diyar kiriye bê dabeşkirin. Ji ber vê yekê ez rast nabînim gotinên ku ji yên din re nayên gotin, ji Tirkiyeyê re bibêjin. Hewlêr û Bexda dê di navbera xwe de li hev bikin û dahata ku ji vir tê jî dê piştgiriyê bide normalîzebûna welêt. Tirkiye di vê mijarê de dê helwesta xwe ya erênî berdewam bike. Li ser senaryoyeke bereksê vê yekê bifikirin, heke destûr nedana ku nefta Iraqê ji ser Tirkiyeyê re bê firotin dê ev ji bo Iraqê rast bûya gelo? Nedibû. Em welatekî dost in û derfetan çêdikin ku nefta Iraqê bigihêje bazarên cîhanê."
Yildiz li ser pirsa "Hin nûçeyên dibêjin ku projên Yewnenistanê hene ku di mijara sewqiyata nefta Iraqê de dixwaze Tirkiyeyê derve bêhle, hene. Hûn dê di vê mijarê de çi bibêjin?" pirsîn. Yildiz li ser vê pirsê wiha axivî. "Cîhan mezin e, kî kîjan projeyê dixwaze dê bi cî bîne. Lê belê proje amadekirina Tirkiyeyê nayê wê wateyê ku dê welatên din proje amade nekin. Ew jî dê tercîhên xwe bi kar bînin."