Wezîr Yildiz beşdarî civîna Di Berhemdariya Vejenê de Rêbaz û Teşwîqên Nû bû û li dû civînê jî bersiva pirsên rojnamegeran ên der barê rojevê de da.
- Nefta ku ji Bakûrê Iraqê tê
Wezîr Yildiz li ser pirsa der barê nefta ku ji Bakûrê Iraqê li ser Tirkiyeyê tê sewqkirin de wiha got: "Sewqiyata qasî 100-120 hezar warîlan didome. Aniha di nexşerêyê de tu guhertin tuneye. Lêbelê em rûdanên ku li Iraqê diqewimin di heman wextê de dişopînin. Karîgeriya çi şîrketên taybet û çi jî yên giştî yên ku girêdayî hukmên hiqûqa taybet a di nava Tirkiye û Bakûrê Iraqê de ne wekî xwe didome. Em bala xwe didin çavkaniyên neft û xazê yên li Kerkûk û Mûsilê jî. Aniha sewqiyat didome."
Li ser pirsa, 'Gelo hebûna DÎŞIyê ji bo ewlekariya xetên boriyan tu tehdîdan bi xwe re nayne?', Wezîr Yildiz wiha got: "Heta ku Iraq bigîje rewşeke stabîl dê di nava xwe de her cure rîsk jî bihewîne. Mirov bi asanî nikare bêje ku ka gelo di rojên pêşya me de dê çi biqewimin."
Ji hêla din ji Wezîr Yildiz pirsîn, 'Gelo personelên Hevkariya Anonîm ya Nefta Tirkiyeyê (TPAO) yên ku li mûsilê beşdarî karê lêgerîna neftê bûn, hatin tehliyekirin', Yildiz wiha got: "Aniha qismekî mezin ê xebatkarên TPAOyê ki jixwe zêde zehf nînin, xebatên xwe didomînin. Em her wext rîsk û talûkeyan dişopînin. Herêmên bitalûke û xeter jî hene, lêbelê li wan herêmên bixeter xebatkarên TPAOyê tunene."