29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
HEWLÊR
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Çandi yê Çekyayê Ceri Ser û heyeta pê re kir.
Li gor daxuyaniya malpera hikûmetê di civînê de têkiliyên dualî û hemahengiya di warê çandiniyê de hatin xeberdan.
Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd, Berpirsê Têkiliyên Derveyî Felah Mistefa û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî di civînê de amade bûn.
Talebanî behsa planên Herêma Kurdistanê li ser çandiniyê kir û bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin ji derveyî petrolê çavkaniyeke din a dahatê peyda bikin.
Herwiha behsa wê yekê kir ku ji bo geşkirina çandiniyê teşwîqên li ser gundiyan berdewam dikin û hewl didin ku qeyrana aboriyê bi van rêyan nehêlin.
Cîgirê Wezîrê Çandi yê Çekyayê Ceri Ser jî behsa hevkariya Herêma Kurdistanê û welatê xwe di warê çandiniyê de kir û got ku ewê vê berdewam bikin û xebatên berfirehtir bimeşînin.
Felah Mistefa jî ji bo arîkariyê sipasiya Çekyayê kir.