Muhammet Kurşun
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
HEWLÊR
Sekreterê Lijneya Darayiyê li Meclisa Iraqê Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku, "Hemû îhtimalên ku destkariya beşa Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya Iraqê de were kirin hene. Loma jî divê hemû aliyê Kurd yekdeng û yekhelwest bin."
Ehmed Hacî Reşîd, der barê budçeya giştî ya Iraqê ji bo sala 2018an agahî da peyamnêrê AAyê û got mumkin e rêveberiya Bexdayê destkariyê di pişkê Herêma Kurdistanê de bike.
Sekreterê Lijneya Darayiyê li ser mijarê wiha agahî dan:
"Plana ji bo Lijneya Darayiyê hatiye şandin, kopyayeke wê ket destê me jî. Ya ku li wir dixuyê di planên nefermî de beşa Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya Iraqê de ji sedî 17 ye. Em niha çavnêriya plana fermî dikin, lewra biryara dawî Hikûmeta Iraqê dide. Ji bo dilê me rehet bibe divê em taqîba wê bikin."
Hacî Reşîd bal kişand ser wê yekê ku hemû îhtimalên ku di beşa Herêma Kurdistanê de destkarî were kirin hene, loma jî divê di zûtirên demê de rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de were kirin.
Parlamentera Kurd Necîbe Necîb jî wiha got: "Iraq pişkê-beşa Herêma Kurdistanê di budçeya 2018an de diyarî dike. Lê belê ji bo diyarîkirinê hin kar û xebat divê bên kirin. Beriya van lazim e rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de were kirin. Herwiha divê Emrîka û NY jî çavdêriya vê rêkeftinê bikin da ku Iraq naçar bibe beşa Herêmê bide."
Necîbe Necîb zêdetir wiha axivî:
"Li gor destûrê lazim e Iraqê beşa Herêma Kurdistanê teslîmî hikûmetê bike. Eger Bexda meaşê memûran û xerciyan bixe bin desthilata xwe ev li dijî destûrê ye."