26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
BALIKESÎR
Li Tirkiyeyê di sala 2016an de qasî 11 milyon lireyî îxracata beqan hat kirin. Li Bandirmaya navçeya Balikesîrê şirketekê ji vê rêjeyê qasî 7,2 milyon lire bi tenê hêtên beqa îxrac kir.
Midûrê bazirganiya derva ya şirketê Bulent Başaran ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di sala 1992an de şirketa wan hatiye avakirin û ew ji wir pê va berhemên avê îtxal û îxrac dikin.
Başaran got ku li Bandirma, Bîlecîk û Çeşmeyê fabrîkayên wan heye û hêtê beqan di febrîkaya wan a li Bandirmayê tên amadekirin.
Başaran destnîşan kir ku fabrîkaya wan a li Bandirmayê li ser erdekî 60 mêtrokareyî hatiye avakirin û 300 kes dixebite û wiha got: "Di sala 1981an de me masî firote Yewnanistanê, me di sala 1988an de dest bi îxracata beqan kir."
Başaran diyar kir welatiyên li Tirkiyeyê beqan naxwazin, lê li derveyî welêt eleqeyeke mezin heye û wiha got: "Em beqan ji herêmên Anadoluya Navîn û Trakyayê peyda dikin. Di serî da Farnsa û Îtalya îxracî dewletên Ewropayê dikin."
- "Hêta beqan li Ewropayê zehf tê hezkirin"
Başaran destnîşan kir îxracata beqan sala par ji 175 tonî derket 280 tonî û wiha dewam kir: "Ji sala 1980an vir va em beqan îxrac dikin. Em beqan zindî û cemidandî difiroşin. Hêta beqan li Ewropayê zehf tê hezkirin. Herî zêde li Fransayê tê firotin. Li restorantan zehf tê çêkirin û xwarin. Îxracata me sala par ji sedî 38 zêde bû û derket 7 milyon û 229 lireyî."