2016 ж. 31 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 31 наурыз
ANKARA
Îxracata Tirkiyê di sibatê da, li gorî heman meha sala par, ji sedî 1,4 zêde bû û gihişt 12 milyar û 406 milyon dolarî, îtxalat jî ji sedî 8,1 kêm bû û dakete 15 milyar û 571 milyon dolarî.
Îstatîstîkên berwext ên ku bi destê Wezareta Gumrik û Bazirganiyê û Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê (TUÎK) hatin amadekirin, hatin eşkerekirin.
Îxracata Tirkiyê di sibatê da, li gorî heman meha sala par, ji sedî 1,4 zêde bû û gihişt 12 milyar û 406 milyon dolarî. Îtxalat jî ji sedî 8,1 kêm bû û dakete 15 milyar û 571 milyon dolarî. Di sibatê da kêmanîna bazirganiya derva jî ji sedî 32,8 kêm bû û dakete 3 milyar û 165 milyon dolarî.
Rêjeya danîna ber hev ya îtxalat û îxracatê di sibata sala par da ji sedî 72,2 bû îsal jî di heman mehê da zêde bû û bû ji sedî 79,7.